Rhawî: Divê Kurd bibin pêşengê gelan

Ji Meclîsa Neteweyî ya Suryaniyên li Ewropayê Sleymûn Elber Rhawî diyar kir ku bi saya têkoşîna Kurdan ji komkujiyan tecrûbe hatine girtin û anî ziman ku Kurd dikarin ji nû ve bibin pêşengê gelên vê erdnîgariyê.

Ji Meclîsa Neteweyî ya Suryaniyên li Ewropayê Sleymûn Elber Rhawî diyar kir ku encama Lozanê ji bo gelan bi her awayî qirkirin e û anî ziman ku divê sedsala nû bi komkujiyan neyê biranîn. Nûnerê Swîsreyê yê Meclîsa Neteweyî ya Suryaniyên (Behtnahrîn) li Ewropayê Sleymûn Elber Rhawî ku di komîteya organîzekirina çalakiyên salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê cih digire, bersiv da pirsên me.

Weke Suryanîyekî dema tê gotin Lozan, çi tê bîra we?

Dema em Lozanê ji aliyê Suryaniyan ve dinirxînin, digihîjin xaleke girîng. Di dema Peymana Lozanê de gelek nîqaş hatin kirin. Lord Cûrzon bi giştî li ba gelên Xiristiyan re bû. Hin xal danîn Peymana Lozanê. Bi taybet di xalên 37 û 47 de ev yek hat diyarkirin. Di nava van xalan de mafên çandî û mirovî yên gelên Xirîstiyanan dihat xwestin. Li vir 8 dewletên garantor van xalan qebûl kirin. Ew ê pêkanîna wê şopandiban. Lê mixabin van dewletan erka xwe ya çavdêriyê pêk neanîn.

Piştî ku komar hat avakirin û Destûra Bingehîn a 1924’an hat qebûlkirin û ket meriyetê, li dijî gelê me yê Asûrî yê li Colemêrgê komkujiyeke mezin hat kirin. Tevî xalên peymanê jî piştî sala 1924’an hatin paşguhkirin. Lozan ji bo gelê me bû travma. Gelê me hat asîmîle kirin. Navên çiya, gund û bajaran hat guhertin. Ne tenê li Colemêrgê, li aliyê Rihayê jî polîtîkayeke cidî ya dersînorkirinê hat pêkanîn û heta Tûr Abîdînê dewam kir.

Ji bo salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê wê konferansek bê lidarxistin. Hûn li ser vê konferansê çi difikirin?

Em jî di nava komîteya konferansê de cih digirin. Girîng e ku encamên Peymana Lozanê ji hemû gelên cîhanê re bê gotin. Li gel ku em di komîteyê de cih digirin jî plansazî û bernameya konferansê têrker nabînin. Li vir nêrîna Kurdan zêdetir e. Divê em diyar bikin ku gelên din piştgiriya pêwîst zêde nadin vî xebatê. Li vir têkoşîna gelê Kurd a 30-40 salên dawî diyarker e. Lê rêveberiya ku li Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê hatiye avakirin, li ser esasê wekheviyê ji bo nûnertiya hemû gelan mînak e. Eger em vê mînakê bigirin û me konferansê li ser vê bingehê kiriba wê zêdetir watedartir bibûya.

DÎROKEK TRAVMATÎK HEYE

Li vir dîrokeke bingehîn a travmatîk heye ji ber Kurdan. Di komkujiya Suryaniyan de cih girtin. Ji ber ku di nava Alayên Hemîdiyê ku ji aliyê Abdûlhamît ve hat avakirin, cih girtin, ev yek ji bo gelê me bû travma. Helbet em vê yekê bi hemû Kurdan ve girê nadin, lê hevkarên dewletê jî hene. Divê rola Elmanan jî di van komkujiyan de neyê jibîrkirin. Hem Alayên Hemîdiyê hem jî Osmaniyan perwerde kirin. Eger beşdarbûnek wekhev li konferansê bibe, dibe ku em vê travmayê ji holê rabikin.

Divê gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn çi bikin?

Li gel ku Kurdan di damezrandina komarê de roleke çalak lîstin, li dijî Kurdan jî komkujî hatin kirin. Divê Kurd tecrûbe ji komkujiyan derxin û hemû gelan bînin ba hev. Di encama têkoşîna 30-40 salana a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de zanebûnek ji van komkujiyan hate derxistin. Divê ji nû ve bibe pêşengê berhevanîna rengên cûda.

Bi pêşengiya Tirkan di nava gelan de kîn, nefret û dijminatiyek kûr çêbû. Ew polîtîka îro jî didome. Em gel divê di zanebûna vê yekê de bin. Divê em neyên van lîstikan. Ya girîng ew e ku gelên li vir dijîn ji hev fêm bikin. Em Suryan dibêjin Behtnahrîn, Kurd dibêjin Kurdistan, Ermenî jî dibêjin Ermenîstan. Divê hemû gelên li vê erdîngariyê, xwe di hawîrdoreke demokratîk de îfade û temsîl bikin. Hêza Kurdan heye pêşengiya afirandina hawîrdora demokratîk bikin.

Em dikevin sedsala nû, divê gel çi bikin?

Gelek navên me yên cuda hene. Divê em bi navên xwe yên Kurd, Tirk, Asurî, Suryanî û Ereb li erdîngariya Mezopotamyayê ku weke dergûşa şaristaniyê tê binavkirin, ji bo siberojê bi hev re gav bavêjin. Derfetê me heye ku em li dergûşa şaristaniyê bedewiyeke bi heybet biafirînin. Dîroka me her dem dewlemen bûye. Divê em tecrube ji dîroka xwe wergirin û welatê xwe bedew bikin. Hemû gelên bindest ên li erdîngariya me, divê em zilma ku li ser me ferz kirine ji holê rakin. Welatê me ku em weke Behtnahrîn û gelên din jî bi navên cuda bi nav dikin, besî me hemûyan e. Divê em bi ruhê hevpar têbikoşin.

Em bang li gelê xwe yê Suryanî dikin; îro Konseya Neteweyî ya Behtnahrîn fedakariyek mezin dike. Divê her kes vê fedakariyê bibîne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo vê têkoşînê bibin yek.”