Rêzan Cawîd li Lîegeyê hate bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cawîd li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi civînekê hate bîranîn.
Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cawîd li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi civînekê hate bîranîn.
Yek ji fermandarên pêşeng ên PJAK'ê û endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) ku 6'ê Tebaxa 2022'an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi merasîmekê hate bîranîn.
Bîranîn li Komeleya Çand û Hunerê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû axaftina nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan, Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî axivî. Mûînî got, "Heval Rêzan kesayetiyekî mezin û rêberekî me bû. Ew bi jiyana xwe li pey şopa rastiyan bû, bi tevayî hêz û hizra xwe li her derê pêşengî kir û ji gel re xizmet dikir. Her weke ewî bi xwe jî digot, 'gihana azadiyê, nirx û berdêlên giran dixwaze'."
Muînî bi dewamî got, "Em ê ji bo gihana armanca rêç û pêkanîna daxwazên tevayî şehîdan, şopdarê doza wan bin. Dijmin û dagirkerên li Kurdistanê bi tu awayî xwe nêzî rêya diyalogê nakin û mafên herî rewa yên gelê Kurd ji nedîtî ve tên. Nebûna hevalê Rêzan a di vê demê de ji bo me mixabin xisareke pir mezine. Lê îro bi hezaran Rêzan di vê rêyê de hene ku rêçe heval dişopînin."
Di dewama bîranînê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî axivî û got, "Şehadeta hevalê Rêzan bêguman windahiyeke pir mezin bû, lê belê divê em rastiya wateya şehîd baş zanibin ku bikaribin li gorî vê armanca şehîdan pêk bînin. Di tevayî serhildanên Kurdan ên li her çar hêlan de dijmin bi ser ketin, li hemberî serhildanên Kurdan her tim xeta îxanetê dane pêş û wisa ser ketin. Yekane tevgera ku li hember wan bi ser neketin, tevgera ku ji xwe û ji gelê xwe bi bawer e, serketin ji bo xwe bingeh girtiye, tevgera APOYÎ ye. Ji ber vê yekê jî şehîdên vê tevgerê ji tevayî şehîdên tevgerên dîtir cudatire. Ji ber ku pirsigrêka gelê Kurd pirsgirêkeke pir girane. Raste bi şehadeta hevalan hêza me ya fîzîkî lawaz dibe, lê di warê manewiyet de em mezintir dibin. Ew manewiyat e ku tevger û hêviya me mezin dike. Her tişt girêdayî sekna bi îrade ye."
Remzî Kartal di dewama axaftina xwe de got: "Şehîd bi berxwedan û jiyana xwe baweriyê temsîl dike û digihêje asta herî jor. Ji hêvî, berxwedan û dozê re bi bawer bibin, ji ber ku dem dema azadiyê ye, dem dema azadiya Rêber APO ye. Bila kes vê yekê weke xeyal nefikire. Ji ber ku dewletên dagirker ji her demê zêdetir vê demê de tengav bûne, eger em xeta berxwedanê bi pêş bixin, têkçûna wan misoger dikin û dikarin dewletê neçar bikin ku rê li ber azadiya rêber APO vebe. Lazime bi her awayî em li dora rêber APO bibin xelekek. Eger yeke ji rojhilat li beşeke dîtir canê xwe dide, an yên ji beşeke dîtir li ciheke dîtir têkoşan dike, ev tê wateya ku ew sînor têk çûne û qedera gelê me li her çar hêlên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye."
Di dewama bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Rêzan Cawîd hatibû amadekirin, hate nîşandan û bîranîn bi dirûşmeyên, "Şehîd namirin", "Bê serok jiyana nabe", "Jin, Jiyan Azadî" bi dawî bû.