Qurbaniyên Komkujiya Sêwasê li Swîsreyê hatin bîranîn
Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî li bîranînê axivî û ji bo meşa navendî ya li Lozanê ku wê ji ber salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî li bîranînê axivî û ji bo meşa navendî ya li Lozanê ku wê ji ber salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedaî kir û 33 rewşenbîr, hunermend ên 2'ê Tîrmeha 1993'an li Otela Madimakê ya Sêwasê hatin qetilkirin, li bajarên Bern û Cenevre yên Swîsreyê hatin bîranîn.
Bîranîna li Cenevreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Zîlan û qurbaniyên komkujiya Sêwasê destpê kir.
Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Riza Çetînkaya axivî û diyar kir ku Zîlan li dijî hêzên komploger helwesteke fedaî nîşan da.
Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî anî ziman ku komkujiyên heta niha hatine kirin ne dûrî Peymana Lozanê ne û got, "Çawa ku beriya Peymana Lozanê gelê Ermen hate qirkirin, piştî Lozanê jî armanca van komkujiyan gelên herêmê bû. Di serî de Kurd komkujî li Elewiyan, Ermenan, Asûrî-Suryan û Çerkesan hatin kirin."
Çelebî komkujiyên li Zîlan, Dersim, Agirî, Mereş û Sêwasê bi bîr xist û anî ziman ku di salên 1970'î de bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kuştinên kiryar nediyar jî hatin destpêkirin û hewl dan ku gel ji têkoşîna azadiyê qut bikin.
Çelebî anî ziman ku sala 100'emîn a Peymana Lozanê nêzîk bûye û ragihand ku ji bo sedsaleke din bi komkujiya gelan derbas nebe wê rê nedin dubarebûna Peymana Lozanê. Lewma ji bo meşa 22'ê Tîrmehê ya li Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.
BERN
Ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên li Otela Madimakê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de hatin qetilkirin, li bajarê Langenthal ê Swîsreyê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk bîranînek hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Zakîr Alî Matûr gulbang xwend û sînevîzyon hate nîşandan.
Bîranîn bi axaftina Pîr Erdogan Ergun û Zakîr Alî Matûr bi dawî bû.