Qirkirina Êzidiyan li bajarên Swîsreyê hat protestokirin

Li gelek bajarên Swîsreyê bi boneya salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li bajarên Lûzern, Aaraû, Basel, Zurîh, Cenevre û Lozan yên Swîreyê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an, bi çalakiyan hat protestokirin.

LÛZERN

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Lûzernê û TekoJIN, bi boneya salvegera 9’emîn a Fermana Ezîdiyan şanoyek dan pêşandan.

Ji bo hemû şehîdên Kurdistan û Êzidiyan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevseroka CDK’ê a Lûzernê Nûrşen Demîr mafê axaftinê girt. Nûrşen Demîr wiha got: “Îro ji bo me rojeke tarî ye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi biryara dewleta Tirk û xiyaneta Kurdan, zilm li bi hezaran jin û zarokan kirin.”

Di çalakiyê de Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, bi şanû û dîmenan zilm û êşkenceya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser civaka Êzidî vegotin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

AARAÛ

Meclîsa jinê ya Rojbîn li kantona Aaraû ya bajarê Aaraûyê, ji bo kesên di komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin qetilkirin, daxuyanî da.

Daxuyanî li ber Aaraû Bahnhofê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst beşdar bûn. Girseya ku pankarên “Li dijî komkujiya Şengalê bêdeng nemîne” û “Jin, jiyan, azadî” vekirin, bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê şanoya jinan a li ser rakirina çarşefên reş ku DAÎŞ’ê li ser jinan ferz kiriye dewam kir. Piştî şanoyê jinan balonên ku daxwazên xwe yên ji bo Şengalê nivîsandibûn, firandin.

Çalakî piştre bi daxuyaniyê dewam kir. Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Şevîn Batû bi zimanê Elmanî daxuyanî da. Batû bi kurtasî qala bûyerên ku ji destpêka Qirkirina Şengalê heta niha rû dane kir û bang li saziyên navneteweyî û dewletan kir ku berpirsên qirkirinê bidarizînin.

Piştre Hevserkê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aaraû Îdrîs Ûzkaş axivî û diyar kir ku bi berxwedanê pêşî li polîtîkayên qirkirinê girt.

Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Dîlan Çetînkaya jî diyar kir ku ji bo sûcdarên Qirkirina Şengalê bên darizandin, divê têkoşîn bê mezinkirin.

Herî dawî Endamê Meclîsa CDKS’ê Emrûllah Bîngul anî ziman ku ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê armanc kiriye ku civakê ne bi tenê bi fîzîkî, bi tevahî tune bikin, divê weke jenosîdê bê dîtin.

LOZAN

Bi boneya salvegera fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an, li bajarê Lozanê çalakiya protestoyî hat lidarxistin û kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajinê li ber dêra ST Laûrentê hat lidarxistin de, ji bo bîranîna kesên di Qirkirina 3’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Lajinê Dîlber Hêma daxuyaniya TJK-E’ ya ji bo salvegera Qirkirina Êzidiyan xwend. Piştî ku metna daxuyaniyê bi zimanê Fransî hat xwendin, girse çalakiya rûniştinê kir û piştre dawî li çalakiya xwe anî.

BASEL

Bibîranîna li Baselê jî li Claraplatzê hat kirin. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê, pankartê bi Elmanî li ser ‘’3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê qetlîam hat kirin, jin hatin qetilkirin’’ nivîsandî, vekir û bi dirûşmeyan qirkirin şermezar kir. Endama YJK-S’yê Ozen Aytaç, daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Ozen Aytaç ev tişt destnîşan kirin: Sedsala 21’emîn, hêzên Iraqê û Pêşmergeyên li Şengalê Êzidî bêyî parastin hiştin û Êzidî li ber çavên hemû hatin qirkirin. Şengal hat xerakirin, bi hezaran kes bi awayekê hovane hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarokan hatin revandin, wek kole li bazaran hatin firotin, bi derûnî, çandî, fîzîkî û zayendî dest dirêjê wan hat kirin û bi hezaran kesan ji bo xelaskirina wan tiştên ji milên wan hatin kirin. Êzidî ji bijîn û ji qirkirinê birevin ketin ser rêyan. Ji ber êrîşên qirkirinê 500 hezar kesan ji Şengalê koç kir. Îro 250 hezar Êzidî hêj li Iraq, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li derên cuda yên Ewropayê dûrê cihê û warê xwe neçarê jiyanê hatine kirin.’’

CENEVRE

Di çarçoveya çalakiyên bibîranînê yên 3’yê Tebaxê de, li Cenevreyê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, belgefîlmeke li ser Qirkirina Êzidiyan hat nîşandan.

ZURÎH

Kurdistaniyên bi pêşengtiya Meclisa Jinan a Bêrîtanê li qada Helvetiayê hatin ba hev, yên qirkirî bi bîr anîn.

Ayşe Dîcle ku li ser navê Meclisa Jinan a Bêrîtanê axivî, qirkirina Êzidiyan şermezar kir û daxwaz ji dewletên navneteweyî kir ku qirkirinê nas bikin û ji bo xwestina hesabê qirkirina Êzidiyan dadgeheke navneteweyî bê avakirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin û skecek li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî hovîtiyê DAÎŞ’ê hat nîşandan.