Polîsên Yewnanistanê bi ser kampa Lavrîoyê de girt
Polîsên Yewnanistê di saetên sibehê de bi ser kampa Lavrîoyê ya li nêzî paytexta Yewnanistan Atînayê de girt. Piranî koçberên Kurd li kampa Lavrîoyê dimînin.
Polîsên Yewnanistê di saetên sibehê de bi ser kampa Lavrîoyê ya li nêzî paytexta Yewnanistan Atînayê de girt. Piranî koçberên Kurd li kampa Lavrîoyê dimînin.
Polîsan Yewnanistanê îro di danê sibehê de bi ser Kampa Lavrîoyê de girtin ku gelemperî penaberên Kurd li wir dimînin.
Polîsan di dema serdegirtinê de derî û pace şikandin û di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên Kurd bi darê zorê ji kampê derxistin. Tê gotin ku dê destgîrkirî li kampên cuda bên veguhestin. Balkêş e ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hate kirin. Çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê jî penaberên siyasî yên Kurd weke “terorîst” pênase kir. Ev serdegirtin jî ji bo dewleta Tirk weke jestekê hate pêşkeşkirin.
Li hêla din, Wezareta Penaberan a Yewnanistanê weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kiribe daxuyanî da.
Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê jî diyar kir ev îddîa derew e û ji bo protestoyên îro banga tevlîbûnê kir. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê kiriyara polîsên Yewnan û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û wê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin. Her wiha wê Kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de li pêşiya Akademiya Atînayê vê helwesta polîsên Yewnansitanê protesto bikin.