Pirtûka 2 jinên Skoç a li ser Şoreşa Rojava hate nasandin
Jenni Keasden û Nataila Szarek ên ji Skoçyayê, pirtûka ku li ser Şoreşa Rojava nivîsîn bi kombûnekê dan nasandin. Her wiha qala tecrûbeyên xwe yên li qada şoreşê kirin.
Jenni Keasden û Nataila Szarek ên ji Skoçyayê, pirtûka ku li ser Şoreşa Rojava nivîsîn bi kombûnekê dan nasandin. Her wiha qala tecrûbeyên xwe yên li qada şoreşê kirin.
Pirtûka Jenni Keasden û Natalia Szarek ên ji Skoçyayê, ku li ser Şoreşa Rojava nivîsîn, bi civînekê dane nasandin. Civîna danasîna pirtûka bi navê "Worth Fighting for Bringing the Rojava Revolution Home" li paytexta Skoçya Glasgowê hate lidarxistin.
Di kombûna danasînê de ku gelek Îngiliz û Kurd amade bûn, nivîskar Jenni Keasden û Natalia Szarek pirtûka xwe Îmze kirin û qala qonaxên lêkolîn û nivîsandina pirtûkê kirin.
Herdu jinên Skoçî ku 3 salan li Rojavayê Kurdistanê man, fêrî zimanê Kurdî jî bûn. Ji nivîskarên pirtûkê Jenni Keasden ji ANF'ê re qala faktorên li pişt nivîsandina pirtûkê kir.
Jenni Keasden got, "Min û hevala min Natalia me pirtûkek li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsî. Armanca me ew e ku em tecrûbeya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo raya giştî belav bikin û ji bo vê yekê jî ya baş ew e ku em rojavayê Kurdistanê fêhm bikin. Armanca pirtûkê ew e ku rêxistinên çepgir ên şoreşger ên Ewropayê sûdê ji tecrûbeyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wergirin û hevkarî û piştgiriya wê bikin."
Nivîskar her wiha diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe têra xwe li cîhanê deng vedane û got, "Bi vê pirtûkê me xwest dengê xwe tevlî dengê Kurdan bikin û em tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin."
Der barê naveroka pirtûkê de jî nivîskar wiha got: "Bi rastî zimanê pirtûkê zimanekî giran nîn e, bi zimanekî gelek sade hatiye nivîsîn. Piraniya wê ji tecrûbeyên hevalan (şervanan) pêk tê û beşeke wê ya zêde jî di wexta suhbetên rojane yên çayvexwarinê de hatine tomarkirin da ku em bikarin bi zimanekî sade û rehet şoreşa rojavayê Kurdistanê û xweşikiyên wê ji bo gelê Ewropa û dinyayê vebêjin."