NY’yê xwest ji bo êrîşên artêşa Tirk ên li jinên Kurd lêpirsîneke taybet bê kirin

NY’yê, ji bo binpêkariyên jinên Kurd di şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan de rû bi rû dibin derbikevin holê, bang li Tirkiyeyê ku kir ku bi piştgiriya navneteweyî lêpirsîneke serbixwe û li ber çavan bi rê ve bibe.

Raportora Taybet a Sedem û Encamên Tundiya Berpêyî Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Reem Alsalem, di çarçoveya Rûniştinên Mafên Mirovên ên 53’yemîn ên Konseya Mafên Mirovan de ku li Avahiya NY’yê ya Cenevreyê berdewam in, rapora xwe ya tundiya li ser jinan li Tirkiyeyê, weşand.

Raportora Taybet Reem Alsalem, di rapora xwe ya bi 19 rûpelan de, bi taybetî cih ji bo tundiya li ser jinên Kurd veqetand û bal bir ser êrîşên leşkerên dewleta Tirk ên li ser jinên Kurd û PKK’yî.

DEWLETA TIRK JINÊN KURD JI XWE RE KIRINE ARMANC

Reem Alsalem destnîşan kir ku bi taybetî jinên Kurd li welêt di bin rîska tundiyê de ne û behsa metirsiya xwe tundiya jinên Kurd ji ber qewm û nasnameya xwe dibînin kir. Alsalem, di rapora xwe da zanîn ku dewleta Tirk di şerê li dijî PKK’ê de bi piranî jin, Kurdên sivîl kuştine ya, tundiya zayendî kiriye. Ew ji vê bi fikar in.  

LÊPIRSÎNEKE TAYBET JI BO ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINÊN KURD BIKIN

Reem Alsalem, bang li Tirkiyeyê kir ku lêkolînê li ser êrîşên hêzên artêşa Tirk ên li ser jinên Kurd bike û yên tundiya fîzîkî û zayendî li jinên Kurd kirin bidin pey, bibînin û berpirsan ceza bikin û bêyî ku li statuya PKK’ê bê nihêrtin, bikin ku rêz ji xala 3’yemîn a Konvansiyonên Cenevreyê re bê girtin.