Li Zurîhê tecrîd hat protestokirin
Kurdistaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk a li Zurihê hatin ba hev, ji hemû dewlet û saziyên navneteweyî xwest ku, ya bi hiqûqî hewce dike bi cih bînin.
Kurdistaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk a li Zurihê hatin ba hev, ji hemû dewlet û saziyên navneteweyî xwest ku, ya bi hiqûqî hewce dike bi cih bînin.
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk çalakî hat lidarxistin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê bang kir û çalakî hat lidarxistin. Gava çalakiyê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.
Emre Aykûtelî ku li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) daxuyanî bi Elmanî xwend, bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 28 meh in berdewam e û got: “Bi tecrîda nemirovî ya li dijî Rêbertiya me, dixwazin polîtîkaya îmhakirina Kurdan bixin dewreyê. Li dijî tecrîdê ku êşkence ye, em ê her li qadan bin.”
Emrûllah Bîngol ku li ser navê Dîwana Hevserokatia CDK-S’yê axivî, anî ziman ku tecrîd di hiqûqa navneteweyî de nîn e, Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê (KE), dewletên Ewropayê û saziyên têkildar hiqûqa xwe nahesibînin.
Bîngol bi berdewamî wiha axivî: “Di serî de Kurdistan, Abdullah Ocalan nîşanê me daye ku wê aştiya mayînde li Rojhilata Navîn çawa çêbibe. Astengiya tekane ya li ber jiyana bi aştî ya gelan li Rojhilata Navîn, tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Em qebûl nakin ku ev dewlet û sazî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji tecrîdê re bigirin. Me bang li van dewlet û saziyan ew e ku hiqûqa xwe bi cih bînin.”
Daxuyaniya KCDK-E’yê li ser tecrîdê hat xwendin û bi şûn de, banga tevlêbûna meşa navendî ku wê bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê 22’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin, hat kirin.