Li Zurîhê banga parastina Şoreşa Rojava

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi banga “Ji bo parastina Şoreşa Rojava em tev bigerin”, bi pêşengtiya HBDH’ê li Zurîhê çalakî hat lidarxistin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi banga “Ji bo parastina Şoreşa Rojava em tev bigerin”, bi pêşengtiya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Zurîhê çalakî hat lidarxistin.

Girseya ku bi banga Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON) li qada Staûffacherê hat ba hev, ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê rêz girt.

Metîn Yilmaz ku li ser navê AVEG-KON’ê axivî, anî ziman ku armanca bi êrîşên bi ser Rojava de, rakirina şoreşê ji holê ye ku bi têkoşîna hevpar a gelan derketiye holê û ji lew ma ye ku sûîkast li pêşengên şoreşê tên kirin.

Yilmaz, ji bo parastina Şoreşa Rojava ji faşîzm û dagirkeriyê, banga geşkirina têkoşîna rêxistinkirî kir.

Sînan Bakir ku li ser navê pêkhateyên HBDH’ê axivî, behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Me hêzên şoreşger, çawa ku duh parastina Şoreşa Rojava kiribe, em ê îro jî li dijî faşîzmê û êrîşên dagirkeriyê bi heman biryardariyê parastina Şoreşa Rojava bikin.”

Nûnerê PYD’ê Mehmed Emîn Omar ku bi pişt re axivî, destnîşan kir ku birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gor paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ew ê li parastina Şoreşa Rojava dewam bikin.