Li Zanîngeha Freîenê li dijî tecrîdê stand hat danîn
Endamên JXK'ê ji bo balê bikişînin bi ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê, li Zanîngeha Berlîn Freîenê standa agahdarkirinê danîn.
Endamên JXK'ê ji bo balê bikişînin bi ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê, li Zanîngeha Berlîn Freîenê standa agahdarkirinê danîn.
Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) ji bo balê bikşînin bi ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê, li Zanîngeha Freîe ya paytexta Elmanya Berlînê standa agahdarkirinê danîn.
Di standê de broşurên ku ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin hatin belavkirin û bi xwendekarên zanîngehê re nîqaş hat kirin.
Endamên JXK'ê diyar kirin ku em ê îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû cîhanê re ragihînin û rejîma êşkenceya Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin deşîfre bikin.