Li Yewnanistanê dengdanê destpê kir
Li Yewnanistanê piştî ku di hilbijartinên 21’ê Gulanê e piraniya mûtlaq ne derketin holê, li ser banga Serokwezîr Kîrîakos Mîçotakîs hilbijêr car din çûn ser sindoqan.
Li Yewnanistanê piştî ku di hilbijartinên 21’ê Gulanê e piraniya mûtlaq ne derketin holê, li ser banga Serokwezîr Kîrîakos Mîçotakîs hilbijêr car din çûn ser sindoqan.
Di nava 5 hefteyên dawî de, Yewnanistanî cara duyem çûn ser sindoqan. Serokwezîrê rastgir Mîçotakîs weke favoriyê hilbijartinê giştî tê dîtin.
Mîçotakîs hêvî dike ku “hikûmeteke bi îstikrar” ava bike.
Lîderê patiya Syrîza a çepgir Aleksîs Çîpras piştî têkçûna hilbijartinên 21’ê Gulanê soza “heta kêliya dawî têkoşîn” da.
Karên dengdanê li gorî saeta herêmî di 07.00’an de destpê kir. Wê ji saet 20.00’an û şûn de endam werin weşandin.
Partiya Mîçotakîs Demokrasiya Nû ku ji 2019’an ve heta dawiya Gulanê li ser desthilatdariyê ye, di 21’ê Gulanê ji sedî 40.8’ê dengan bi dest xistibû. Ev yek analîst jî xistin şokê de. Tevî vê yekê jî piraniya mutlaq pêk nehat. Mîçotakîs red kir ku hikûmetekî koalîsyonê ava bike û biryar da ku ji nû ve biçe hilbijartinan.
Li gorî anketên dawî Partiya Demokrasiya Nû wê di navbera ji sedî 37,8 û sedî 45 deng bistîne. Tê payîn ku Syrîza jî ku 21’ê gulanê 11 pûan winda kiribû, di navbera ji sedî 16,8 û sedî 20 deng bistîne.
Li gorî sîstema vê hilbijartinê wê nêzî 50 kursiyan bidin partiya yekemîn.