Li Viyanayê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Viyanayê ciwanên Kurd çalakiya ku ciwanan li Strasboûrgê lidar xistî, silav kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Marîahîlferstrasseyê ku cadeya herî qelebalix a paytexta Awûstûrya Viyanayê ye, çalakiyek lidar xistin.

Ciwanan çalakiya ku ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber CPT, DMME û PE’yê lidar xistî, silav kirin û heta Neûbaûgasseyê meşiyan.

Ciwanan qala armanca çalakiya xwe kirin û wiha gotin: “29 meh in agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Weke ciwanên Kurd em vê qebûl nakin. Wezîfeya ciwanan ew e ku Rêbertî azad bikin, xwedî li şehîd û xaka Kurdistanê derkevin.”

Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bi dawî bû.