Li Villiers-le-Belê şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê ku paytexta Fransayê ye, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Di çalakiya bîranînê de gel û ciwanên li banliyoyeyê kom bûn. Li ser navê ciwanan û Navenda Civaka Kurdistanê axaftin hatin kirin. Piştre sînevîzyona li ser şehîdan hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.