Li Torontoyê ji bo parastina Rojava bang hat kirin

Êrîşên dewleta Tirk, bi meşeke heta li ber Balyozxaneya Tirk hat protestokirin û wiha hat gotin: ‘’Me bang li gelê me yê li Kanadayê ew e ku bi Rojava re ku hewil didin wê bi tenê bikin, yekcar bibin piştevan û Şoreşa Rojava biparêzin.’’

Li Torontoyê ku bajarekê Kanadayê ye, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi tevlêbûna bi dehan kesan meş hat kirin.

Komek ku li Union Stationê hat ba hev, bi pankartên li ser ‘’Na ji şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan re’’, ‘’Bêdengiyê bişikîne’’, ‘’Bila Rojava ji firînê re bê qedexekirin’’ nivîsandî û ‘’wêneyên Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Endamê Meclisê Firat Tûma hil dan û heta ber Balyozxaneya Tirk meşiya. Gava meşê, dirûşmeyên ‘’Azadî ji bo Rojava’’ û ‘’Şehîd namirin’’ hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ber balyozxaneyê hat kirin de, wiha hat gotin: ‘’Bi êrîşên ku dikin, dixwazin vîn û têkoşîna jinan tune bikin. Şoreşa Rojava, li dijî êrîşên sîstematîk hewil dide ku xwe ji pêyan bihêle. Me bang li gelê me yê li Kanadayê ew e ku bi Rojava re ku hewil didin wê bi tenê bikin, têkoşînê geş bike, bibe piştevan û Şoreşa Rojava biparêze.’’

 

Dirûşmeya ‘’Erdoganê kujer’’ hat berzkirin û çalakî qediya.