Li Torînoyê Elefteria Hambî hate bîranîn
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê ciwanên enternasyonalîst ji bo bîranîna enternasyonalîsta Elman Elefterîa Hambî ya di sala 2019’an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, kom bûn.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê ciwanên enternasyonalîst ji bo bîranîna enternasyonalîsta Elman Elefterîa Hambî ya di sala 2019’an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, kom bûn.
Ciwanên enternasyonalîst şehîd Elefterîa (Eva Marîa Steîger) li ber abîdeya ku ji bo Partîzanên ku di şerê li dijî Naziyan de şehîd bûne hate çêkirin, bi bîr anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 2’ê Tebaxê de diyar kiribû ku Elefterîa Hambî di 25’ê Mijdara 2019’an de li herêma Sêdarê ya Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên şer de şehîd bûye.
Di merasîmê de di şexsê şehîd Elefterîa de ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Paşê qala axaftina Elefterîa hate kirin ku wê gotibû ji bo Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst biparêze, diçe Rojava.
Bi bîranînê de ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku heta xeyalên şehîd Elefterîa û hemû şehîdan bi cih bînin wê têkoşînê heta serfiraziyê bidomînin.