Li Swîsreyê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’

Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî, li bajarên Lozan û St. Gallen ên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi armanca rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakî hat lidarxistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev û gelek caran dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Daxuyaniya li ser tecrîdê bi zimanê Fransî hat xwendin. Piştre endamê TCŞ’ê Hayrî Amedê axaftinek kir. Hayrî Amed got:  “Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li dijî tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo ku 29 meh in didome, bibin yek.”

Hayrî Amed banga beşdarbûna çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12’ê Tebaxê di saet 17:00’an de li qada St Laûrant a Lozanê bê lidarxistin, kir.

Kurdistanî li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, bi pêşengiya TCŞ’ê bi heman armancê hatin ba hev û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de gotin: “Berpirsiyariya ciwanên Kurd e ku pergala Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”