Li St Gallen û Darmstadtê li dijî tecrîdê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên ST Gallen û Darmstadtê çalakî hatin lidarxistin.
Li dijî gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên ST Gallen û Darmstadtê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê St Gallen ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna pêşengên berxwedana zindana Amedê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz destpê kir.
Metîn Tekçe li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a St. Gallenê axivî û got: “Rêber Apo 24 sal in bi tenê li dijî tecrîdê têdikoşe. Ev berxwedan hêz û moralê dide me. Em gelê Kurd pêwîste di vê pêvajoyê de zêdetir li dora Rêber Apo bicivin û xwedî lê derkevin.”
Piştre li ser navê TCŞ’ê a St. Gallenê Koçer Sêrt daxuyaniya bi Elmanî xwend. Koçer Sêrt derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de agahî dan û bang li raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir berpisiyariyên xwe yên li dijî tecrîdê pêk bînin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî li dijî tecrîd û gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan çalakî hat lidarxistin. Mîtîng, ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Murşîde Oltan axivî. Oltan got ku saziyên navneteweyî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê di bin şert û mercên bêhîqûq de ji nedîtî ve tên û got: “Rêber Apo û şehîdan me anî ba hev û me li cîhanê da naskirin. Heta ku Rêberê me azad be, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Mîtînga ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hat vekirin, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana 14’ê Tîrmehê” bi dawî bû.