Li seranserê Fransayê protesto û çalakiyên şewitandinê

Li Fransayê piştî ku zarokekî 17 salî yê bêdestûrnameya ajokariyê wesayit diajot ji aliyê polîsan ve hate kuştin, bûyerên tundî û protestoyî li seranserê welêt destpê kirin. Tramvayek û qereqoleke polîsan jî di nav de gelek dever hatin şewitandin.

Roja Sêşemê ciwanekî bi navê Nahel M. li banliyoya Nanterre ya Parîsê dema ku wesayit diajot ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û bi hinceta ku guh nedaye hişyariyê hate kuştin. Polîs hate destgîrkirin, çalakiyên protestoyî jî li tevahiya welêt belav bûn.

Herêma Parîsê, Lyon, Toûloûse û bakurê welêt di serî de, li banliyoyan doh bi şev şer qewimî, bûyerên şewitandinê rû dan. Li gorî Wezareta Karên Hundir 150 kes hatin destgîrkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bang li hucreya krîzê ya wezaretekê kir ku bicive. Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn anî ziman ku avahiyên cemaweriyê hatine şewitandin an jî êrîş li wan hatine kirin.

Li Clamart a li herêma Haûts-de-Seîneyê tramvayek hate şewitandin. Li Lîle, Roûbaîx, Mons-en-Baroeûl û Valencîennesê avahiyên cemaweriyê hatin şewitandin. Tê gotin xisareke mezin heye.