Li Saarbruckenê tecrîd hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin. Çalakî li ber Europa Glerîe hat li dar xistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Di axaftinên hate kirin de wiha hate gotin: “Di van şert û mercên ku bi tu awayî agahî jî Rêber Apo nayên girtin û der barê tenduristî û jiyana wî de agahî nayên girtin, gefên jehrîkirin û mirinê fikarên me derxistiye asta herî jor. Divê rewşê de divê em li dora Rêberê xwe bibin xeleka agir.”
Di çalakiyê de daxuyaniya ji aliyê KCDK-E'yê ve der barê mijarê de hat amadekirin hat xwendin û derdor hatin agahdarkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.