Li Reûtlîngen û Parîsê ciwan daketin qadan

Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê û herêma Vîllîers le Bel a Parîsê ciwan daketin qadan û diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd wê li her derê têkoşînê hîn mezin bikin.

Li bajarê Reûtlîngen ê eyaleta Baden-Wurttemberg ê Elmanyayê û paytexta Fransa Parîsê banliyoya Vîllîers le Bel, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi dehan ciwan li bajarê Reûtlîngenê li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava 'Cenga azadiyê bi ser bixînin' daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meşa ku ciwan ji bajarên Reûtlîngen û Tubîngenê tevlî bûn, li Lîstplatzê destpê kir û li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan pankart hatin hildan.

Ciwanan her wiha li ser tecrîda giran a li Îmraliyê belavok belav kirin û li Marktplatzê jî daxuyaniyek bi zimanê Elmanî dan. Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku bi ruhê seferberiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyan bikin.

PARÎS / VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî endamên TCŞ'ê çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo re' lidar xistin.

Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "PKK gel e gel li vir e" qîriyan û piştî ku saetekê meşiyan, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li her derê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin. Sînor êdî ji hêrsa me re nemaye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ya fîzîkî ye. Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin û bi çalakiyên hîn mezin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin."