Li Moskovayê pîrozbahiyên Şoreşa Rojava

Kurd û dostên wan ên li paytexta Rûsyayê Moskovayê dijîn, bi wesîleya salvegera 11’emîn a destpêkirina Şoreşa Rojava, pîrozbahî lidar xistin.

Nûneriya Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Navenda Konserê Astaxov a Moskovayê pîrozbahî organîze kir.

Beriya pîrozbahiyê resepsiyon hat dayîn. Gelek saziyên ku nûneriya gelên cuda dikin, beşdarî vê resepsiyonê bûn.

Piştî xwendina sirûdên neteweyî ya Kurdistan û Rûsyayê, Nûnerê Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav axivî û destpêkê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî.

Bênav destnîşan kir ku bi saya berxwedana şehîdan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pêkan bû û destnîşan kir ku îro bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê pêşketin çêdibin.

Hevserokên Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Federal a Kurdan a Federasyona Rûsyayê, Şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna gelê Kurd êdî li hemû cîhanê tê naskirin.

Di pîrozbahiyê de li ser Şoreşa Rojava û têkoşîna gelên herêmê, sînevîzyonek jî hat temaşekirin.

Hunermendên Kurdistanî Hacî Mûsa, Nesrîn Botan, Roj Azad, koma folklorê ya Kurd ‘Rûken’, koma dansê ya Yewnan ‘Fîlokseniya’ û dengbêja Yewnan Arîadna Prokopîdû derketin ser dikê.