Li Marsîlyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo Baran Mawa, Delîl Çiyager, Cesûr Azad û Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo Baran Mawa, Delîl Çiyager, Cesûr Azad û Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Yek ji kadroyên pêşeng ên Komalên Ciwan Baran Mawa (Alî Oncu) ê 7’ê Tirmeha 2018’an li herêma Feraşîn a Colemêrgê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Delîl Çiyager (Rêzan Bîlkay) ê di 23’ê Mijdara 2022’an de li Metînayê şehîd bû û Cesûr Azad (Edîp Temîz) ê 1’ê Kanûna 2022’an de di êrîşa dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû û Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi çalakiyeke li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşer (TCŞ), li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê hat lidarxistin. Di salona bîranînê de ji wêneyên şehîdan quncikek hat amadekirin û bi mûman hatibû xemilandin.
Piştî sînevîzyona li ser şehîdan, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Em jiyaneke deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd in û ji bo ji wan re bibin bersiv têdikoşin. Em dixwazin her kesek, malbat û zarokên me rastiya gerîla û Rêbertiyê bibînin. Her hevrêyên me yên şehîd ji nav me derketin û li çiyayên Kurdistanê têkoşiyan. Em jî di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de, têkoşîna gerîla ya 50 salan esas bigirin û li ser şopa wan bin.”
Di axaftinan de derbarê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin wiha hat gotin: “Têkoşîna me bi ruh û felsefeya 14’ê Tirmehê heta îro hat. Ti car nekarîn vê îradeyê teslîm bigrin. Her curê êşkenceyên faşîst kirin, lê me dest ji berxwedan û têkoşînê berneda.”