Li Marsîlyayê fermana 3’yê Tebaxê bi çalakiya bêdengî hate şermezarkirin
Li bajarê Marsîlyayê Meclîsa Jin a Şehîd Arîn Mîrkan fermana 3’ê Tebaxê bi çalakiya bêdengî şermezar kir.
Li bajarê Marsîlyayê Meclîsa Jin a Şehîd Arîn Mîrkan fermana 3’ê Tebaxê bi çalakiya bêdengî şermezar kir.
Li bajarê Marsîlya ya başûrê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jin a Şehîd Arîn Mîrkan çalakiya bêdengî ji bo şermezarkirina fermana 3’ê Tebaxê hate lidar xistin.
Jin û welatparêz danê sibê li Vieux Porte kom bûn û bi dowîz û belavokan bal kişandin ser komkujiya 2014’an a ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan pêk hatiye.
Di çalakiyê de jinan bal kişand ser jinên Êzidî ên ku hêj jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de dîl tên ragirtin û aqûbeta wan ne diyar.