Li Mannheîmê di şexsê Zîlanê de şehîd hatin bîranîn
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di şexsê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de ku sala 1996’an çalakiya fedayî kir, şehîd hatin bîranîn.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di şexsê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de ku sala 1996’an çalakiya fedayî kir, şehîd hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Mannheîmê ji aliyê Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê ve hat organîzekirin.
Merasîm li lokala komeleyê hat kirin. Di şexsê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir, şehîd hatin bîranîn.
Di merasîmê de hevserokên meclîsê axivîn û bi rêzdarî şehîd bi bîr anîn.
Hat destnîşankirin ku destkeftiyên roja îro bi saya şehîdan hatine bidestxistin û banga tevlîbûna meşa mezin hat kirin ku 23’ê Tîrmehê wê bi wesîleya salvegera peymana Lozanê bê kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.