Li Manheîmê mîtînga li dijî tecrîdê
Li dijî tecrîd û xwarina gefan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd li Mannheîmê hatin ba hev û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabibin.
Li dijî tecrîd û xwarina gefan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd li Mannheîmê hatin ba hev û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabibin.
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dimînin, ji bo protestokirina tecrîd û nameyên bênav ku tê de gef li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwarin, li îstgeha trênan a Mannheîmê hatin ba hev.
Mîtînga ku Meclisa Gel a Mannheîmê organîze kir, bi girtina rêzê ji bo Şehîdê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz dest pê bû.
Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi pankartan daxwaza azadiya wî hat kirin. Di axavtinên li mîtîngê hatin kirin de, hat diyarkirin ku 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê ragirtin û zêdeyê du salan e ku tu agahî jê nayê girtin û wiha hat gotin: ‘’Em ji jiyan û ewlehiya wî bi fikar in. Sebra Kurdan tu nemaye. Rêbertiya me boneya jiyana me ye. Di serî de Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT), me bang li rêxistinên mafên mirovan û hemû saziyan ew e ku bi erka xwe rabibin.’’
Mîtîng, nêzîkê nîv saet li ber xwe da û bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ qediya.