Li Lûzernê bibîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi bernameyekê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, bi pêşengtiya Komela Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bernameyeke bibîranînê hat lidarxistin.

Bernameya bibîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê (CDK-L) hat lidaxistin. Bername, di şexsê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Rêvebirê KOMAW’ê Hogir Dîren ku serê pêşîn axivî, diyar kir ku bi derbeya 12’ê Îlonê bi hezaran têkoşerên azadiyê û dilê wan bi têkoşînê ve bûye, xistine Zindana Amedê û got: “Dewleta Tirk, di Zindana Amedê de hovîtî kir. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, bi pişt re Çaran li dijî hovîtiyê dest bi berxwedanê kir. Herî dawî bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, faşîzm têk çû.”

Dayika şehîd Fatma Oren jî li bibîranînê axivî. Fatma Toren anî ziman ku ji roja avabûna PKK’ê ta bi niha gelek kes bûne şehîd û wiha got: “Em bi şehîdên xwe şanaz in. Berxwedana xweşmirovan di Zindana Amedê de dest pê kiriye, berdewam e.”

Hevserokê CDK-L’yê Mûlla Şahîn jî wiha axivî: ‘’Dewleta Tirk, ji bo qedandina PKK’ê Zindana Amed kir cihê hovîtiyê. Lê kadroyên me yên pêşeng, bi berxwedana ev berovajî kir. Berxwedana Zindana Amedê, bû navenda bingehîn a têkoşîna neteweyî.’’

Piştî axavtinan li ser jiyana Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz lîstikek şanoyî hat lîstin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û bi dawî bû.