Li Lavrîoyê şehîd Zîlan hat bîranîn

Li Lavrîoyê çalakvana fedayî Zeynep Kinaci (Zîlan) hat bîranîn.

Ji bo şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku berê 27 salan li Dêrsimê li dijî artêşa Tirk a faşîst çalakiya fedayî kir, li Lavrîoyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Kampa Lavrîoyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyon hat temaşekirin û li helbestan hat guhdarkirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.