Li Kopenhagenê çalakiya 3’yê Tebaxê: Divê qirkirin bê naskirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi boneya salvegera komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengalê pêk anî, çalakiyek hate lidar xistin.

Kurdistaniyên li Kopenhagenê dimînin, di salvegera 9’emîn a êrîşên qirkirinê de li navenda bajêr li "Halmtorv" konê agahdarkirinê vedan.

Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê (Kurdistan Solidaritets Komite) de, Qirkirina Êzidiyan di salvegera 9’emîn de hate şermezarkirin û li ser êrîşên qirkirinê broşur û belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û ev tişt hate gotin, "Divê 3'yê Tebaxê ji bo me hemûyan bibe roja şînê."

Di daxuyaniyê de bi hezaran jin û keçên ku hatin dîlgirtin û mîna kole hatin firotin jî hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku qirkirin li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin.

Di çalakiyê de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên didomin û bêdengiya dewletên rojavayî nerazîbûn hate nîşandan û hat xwestin ku ji bo hesabpirsîna ji hêzên di Qirkirina 3'yê Tebaxa 2014'an de cih girtine, dadgehên navneteweyî bên avakirin.

Çalakgeran bang kirin ku divê bûyerên komkujiyê ya sala 2014’an weke qirkirin bên qebûlkirin û gotin, “Em edalet, wekhevî û azadiyê ji bo hemû gelên bindest û di serî de civaka Êzidî dixwazin.”

Konê agahdarkirinê roja Pêncşemê ji saet 16.00’an heta 20.00’an vekirî ma.