Li Heîlbronnê li dijî qanûna 129/B meşek hat lidarxistin

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi dehan kes li dijî qanûna 129/B meşiyan.

Ciwanên Kurd ên li eyaleta Baden-Wûrttemberg a Elmanyayê û pêkhateyên Çep ên Elman Antîfa di saet 18:00’an de li Heîlbronn Nekerparkplatz Theresîenwîesê hatin ba hev û li dijî polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî Kurdan meşiyan.

Du roj berê polîsên Baden-Wurttemberg bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê de girtibûn û wêneyên gelek şervanên Kurd ên şehîd ên di komeleyê de hatibûn desteserkirin. Her wiha hem wextî bi ser malên 2 malbatên Kurdan girtibûn.

Çalakgerên ku ji ber zêdebûna zextên li ser Kurdan meşiyan bang li raya giştî ya Elman kirin ku li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin.

Çalakgeran gelek pankartên ku balê dikişînin ser zêdebûna girtin û zextên Elmanyayê ên li ser Kurdan, hilgirtin.

Çalakgeran li ber avahiya Rojnameya Heîlbronner Stîmme daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameya Heîlbronner Stîmme di nûçeyên xwe de hemû xebatên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronne di çarçoveya sûcan de digire û vê rewşê şermezar kirin.