Li Heîlbronnê bi ser komele û malên Kurdan de hate girtin

Li Heîlbronnê polîsan avêtin ser komele û malên hevserokên komeleya Kurdan.

Danê sibehê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd a li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê û malên hevserokên berê girtin û derî şikandin.

Hevserokên hatin destgîrkirin, piştî şopa tiliyan û wêneyên wan hatin kişandin hatin berdan. Polîsên Elman her wiha li malên hevserokan lêgerîn kirin û dest danîn ser gelek tiştên şexsî, telefon û kompûteran.

Polîsên ku di heman demê de avêtin ser komeleyê, derî şikandin û dest danîn ser gelek alavan.

JI FED-GEL NERAZÎBÛN

Hevserokên Federasyona Civakên Kurdistanê (FED-GEL) serdegirtin şermezar kir û ev tişt got:

"Hikûmeta Elman bi binpêkirina qanûn û rêgezên demokratîk careke din bi ser Kurdan û saziyên me girt. Bi van serdegirtinan re wê ti carî Kurd dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernedin. Em ê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdistan û gelê Kurd dimeşîne bisekinin û bibin dengê gelê xwe.”