Li Elmanyayê ciwanan şehîdên enternasyonalîst bi bîr anîn
Ciwanên enternasyonalîst li Frankfûrt û Leîpzîg ên Elmanyayê hatin cem hev û şehîd bi bîr anîn.
Ciwanên enternasyonalîst li Frankfûrt û Leîpzîg ên Elmanyayê hatin cem hev û şehîd bi bîr anîn.
Di çalakiyên bîranînê yên li her du bajaran de şehîd Azad Şergeş, Dilsoz Bahar û Şiyar Gabar hatin bibîranîn.
Di çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, sînevîzyonên li ser şehîdan hatin nîşandan.
Ji bo bîranîna şehîdan quncikek ji wêneyên şehîdan hatin çêkirin û mûm hatin pêxistin.