Li dijî tecrîdê çalakiya bêîteatiya sivîl
Ciwanên Kurd ên li Hannoverê di çarçoveya pêngava 'Cenga azadiyê bi ser bixin' de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin.
Ciwanên Kurd ên li Hannoverê di çarçoveya pêngava 'Cenga azadiyê bi ser bixin' de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin.
Ciwanên Kurd ên li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo misgerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan li Stasyona Trenê ya Navendî ya Hannoverê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanan li nava stasyonê dest bi meşê kirin û xwestin heta navenda bajêr bimeşin. Polîsan xwestin pêşî li meşê bigirin û dor li ciwanan girtin. Piştî demeke kurt astengî hate rakirin û ciwan bi qîrîna dirûşmên "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Hezar silav ji Îmraliyê re" meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Elmanî jî hatin belavkirin.
Ciwanan li navenda bajêr mîtîngek lidar xistin û daxuyaniyek dan. Bang li ciwanan hate kirin ku bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin û hate gotin, "Weke ciwanên Kurd ên li Hannoverê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên welatparêz dikin ku li dora Rêber Apo bicivin."
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.