Li dijî êrîşên dewleta Tirk banga têkoşîna hevpar hat kirin

Kurd û dostên xwe ku li Awûstûrya û Elmanyayê hatin ba hev, sûcên şer ên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî qetlîaman teşhîr û protesto kirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên biçek ên bêmirov li bajarê Lînz ê Awûstûryayê û Hambûrg û Saarbruckenê ku bajarên Elmanyayê ne, hatin protestokirin.

LINZ

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Platforma Şoreşger û Ekolojîk a Jinên Kedkar a Rosayê, ji bo teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û protestokirina bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî qetlîaman, meşiyan.

Nûnerê Partiya Sosyalîst Jan Mîlong ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku piştî Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk ê Hikumeta AKP’ê Suleyman Soylû jinên Kurd ji xwe re kirine armanc, gelek jinên şoreşger hatine armanckirin û got: ‘’Têkoşîna jinan li Kurdistanê zîl daye û li derên din belav dibe, kapîtalîst jê bi fikar in.’’

Nûnera Komeleya Jinên Brezîlyayî Varenya Petroîs jî, da zanîn ku di nav sê salên dawîn de dewleta Tirk bi balafirên biçek ên bêmirov 112 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil kirine û wiha got: ‘’Tirkiye, endama NATO’yê ye. Dewletên dengê xwe ji terora bi balafirên biçek ên bêmirov ên dewleta Tirk re nekin, şirîkên qetlîamê ne. Divê gelên cîhanê bi destên gelê Rojava bigirin û li dijî terora netewe dewletê têkoşîna bi hevparî bê kirin.’’

Frauenhaus, Autonome Frauen Verein, Natur Freunde, Koministische Partei Osterreich, Hochschulerinen geselschaft von Johannes Kepler Universität û Sozialistische Gewerkschaft û di nav komîteya amadekirina çalakiyê de bûn û bûn piştgir.

Belavokên ku ji aliyê KCK-E û TJK-E ve hatibûn amdekirin, li girseya li qadê hate belavkirin. Di daxuyaniyê de peyama, “Qetlîamên jinan polîtîk e, ji ber vê yekê em ji bo Şoraşa Jinê di nava yekîtiya îdeolojîk de ne” bal kişand.

HAMBÛRG

Kurdistanî û dostên wan li Hambûrgê, ji bo Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê erebeyê Firat Tûma yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn, daketin qadan.

Gelek Kurdistanî û Elman tevlî mîtînga ku li Monckebergê ku yek ji taxên herî qelebalix a bajêr e hat lidarxistin, bûn. Mîtîng bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê Civaknas Martîn Dolzer axivî û anî ziman ku êrîş berdewamiya komkujiya Kurdan in. Dolzer diyar kir ku rejîma Erdogan bi hêza ku ji welatên Rojava distînê, li dijî Kurdan her curê komkujiyê dike û got ku ev yek nayê qebûlkirin û êrîşa dawîn li dijî îradeya azad a jinên Kurd pêk hatiye.

Li ser navê Însîyatîfa Rojava a Hambûrgê Janet Lûxembûr bangewaziyek xwend û got ku ew komkujî şermezar dikin û her tim li ba têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in.

Mîtîngê bi berzkirina dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê êrîşên dewleta Tirk li ber Eûropa Galerîe bi mîtîngeke hate protestokirin. Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbrucken û Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hat organîzekirin, bi tevlîbûna bi dehan Kurdistaniyan pêk hat. Kurdistaniyan diyar kirin ku ji ber komkujiyan gelekî bi hêrs in û peyama, “Hûn nikarin gelê Kurd bi mirinê re bitirsînin. Bi deh hezaran artêşên Kurdan hene. Em gel bi artêşa xwe re heta dawî li ber xwe bidin.”

Mîtîng bi dirûşme û belavkirina belavokan bi dawî bû.