Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin

Li Cenevreyê bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.

Bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Serkomîseriya Mafên Mirovan a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş hat lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha hat xwestin ku daxwazên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku 57 roj in li dijî binpêkariyan di Girtîgeha Hewlêrê de di grevê de ne, bên pêşwazîkirin û Dag û Er demildest bên berdan.

Kurdistaniyên bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê li Place de la Navîgatîonê hatin ba hev, ber bi qada Palaîs Wîlsonê ve ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, meşiyan.

Li qada Palaîs Wîlsonê ku avahiya Serkomîseriyê lê ye, daxuyaniya KNK’ê ya li ser tecrîdê ya bi Fransî hat xwendin.

Hevserokê CDK ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî ku li vir axivî, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 28 meh in bi awayekê nehiqûqî û nemirovî bi êşkenceya tecrîdê tê ragirtin.

Çelebî, îşaret bi polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in berdewam in kir û bang li Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) û Ofîsa Mafên Mirovan a NY’yê (OHCR) û saziyên rayedar kir ku bi erka xwe rabibin.

Çelebî, di dawiya axavtina xwe de daxwaza berdana Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er kir ku ji bo protestokirina ji sûcekê ku nekirine ji 23’yê Tîrmeha sala 2019’an ve di Girtîgeha Hewlêrê de tên ragirtin û banga tevlêbûyîna meşê kir ku wê 23’yê Tîrmehê li Lozanê bê lidarxistin.