Li Brîtanya û Elmanyayê bîranîna komkujiya Madimakê

Li paytexta Îngîlîstan Londonê bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê meşeke girseyî hat lidarxistin. Li bajarê Hochtaûnûskreîs ê Elmanyayê jî çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Li Londonê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Îngilistanê (BAF) bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê meşek hat lidarxistin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, komeleyên Kurd, çepên şoreşger û herêmî jî di nav de piştgirî dan meşê. Bi sedan kes li ber Stasyona Trenê ya Dalston Kîngslandê hatin ba hev.

Girseya gel bi wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û pankartên ku komkujiyê şermezar dikin, hilgirtin û ber bi herêma Stoke Nevîngton ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de bêyî navber bi dirûşmeyan komkujî hate şermezarkirin. Meş li ber Peykerê Sêwazê ya li Parka Common ya Stoke Newîngtonê bi dawî bû.

Li vir bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, qurnefîl danîn ser peykerê û çira hatin pêxistin.

ELMANYA

Li bajarê Hochtaûnûskreîs ê eyaleta Hessen ê Elmanyayê, li Navenda Çanda Elewiyan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di dema bîranînê de çira hatin pêxistin. Pêkhateyên Navenda Çanda Kurd a Frankfûrtê jî beşdarî bîranînê bûn.