Li Bîelê li dijî tecrîdê stand hat danîn
Endamên TCŞ'ê ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê standa agahdarkirinê danîn.
Endamên TCŞ'ê ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê standa agahdarkirinê danîn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê standa agahdarkirinê danîn.
Di standê de ku li stasyona trenê ya Bîelê hat danîn de danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Elmanî, Îngîlîzî û Fransî hatin û pirtûkçeyên ku behsa tevgera ciwanan dike hatin kirin. Swîsreyiyên ku hatin li ber standê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne mirovane ye û divê demildest bê rakirin.
Ciwanan jî diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe ew ê têkoşînê mezin bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê bidin nasîn.