Ji bo gerîlaya YJA Starê Ardem Ararat (Sûltan Orûç) çend roj berê li Xîzana Bedlîsê di şerê bi artêşa Tirk re de bû şehîd, li Bernê ku bajarekê Swîsreyê ye, konê sersaxiyê hat danîn. Konê sersaxiyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) hat danîn, xizmên şehîdan û gelek Kurdistaniyan serdan li konê sersaxiyê kir.
Bibîranîn bi girtina rêzê ji bo şehîdan dest pê bû û li ser navê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re (KOMAW) bi kurtî axavtin hat kirin û sersaxî ji malbata şehîdê re hat xwestin.
Bi pişt re Hevserokê CDK’ê yê Bernê Bûrhan Karakoç wiha axivî: ‘’Ciwanên Kurd ku jiyaneke bêyî nasname, ax û Rêbertiyê qebûl nakin, berê xwe didin çiyayan. A bi me dikeve jî ew e ku em li mîrateya şehîdan bibin xwedî.’’
Li ser navê malbata Ardem Araratê xweha wê Şerîfe Oruç wiha got: ‘’Em xemgîn in lê şanaz in jî. Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be.’’
Li konê sersaxiyê gelek caran dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ hat berzkirin.
LÛZERN
Li Lûzernê jî Armanc Cemre (Fatoş Zogûrlû) ku 17’ê Tîrmeha sala 2022’yan li Herêmên Parastine yên Medyayê bû şehîd û Alî Firat ku 13’ê Tîrmeha sala 2018’an li Manîsayê bû şehîd, hatin bibîranîn. Ji xeynê malbatên şehîd Armanc Cemre û Alî Firat gelek Kurdistanî li bernameya bibîranînê bû. Bibîranîn, bi rêzgirtina bi deqeyekê dest pê bû.
‘DIVÊ MIROV BIBE LIYAQÊ ŞEHÎDAN’
Paşê Hevberdevkê KOMAW’ê yê Swîsreyê Mûstafa Karahan ev gotin kirin: ‘’Ji bo armanca şehîdên xwe bigihînin encamê, Kurdistan û Rêbertî azad bibin, nema kes bibin şehîd, divê em armanca wan bikin ya xwe. Divê em ji wê boneyê tê bikoşin û bibin liyaqê şehîdên xwe.’’
Hevberdevka Meclisa Gelê Kurda Lûzernê Nûrşen Demîr jî got: ‘’Tu rojeke bêyî şehadet nîn e. Bi hemû teknîka cîhanê li çar aliyên Kurdistanê şer bi fedaiyên Kurdistanê re tê kirin. Divê em bidin ser rêya şehîdên xwe û heta di têkoşînê de bi ser bikevin, divê em tê bikoşin.’’
Kekê Şehîd Armanc Cemreyê Semîr Zogûrlû û kekê Şehîd Alî Firat Hîkmet Dayangaç axivîn. Zogûrlû got: ‘’Şehîd ne ya me bi tenê ye, şehîda hemû Kurdistanê ye. Şehîdên me fedaiyên vî gelî û Kurdistanê ne.’’
‘EM AMADE NE KU BI HER AWAYÎ TÊBIKOŞIN’
Hîkmet Dayangaç ev tişt gotin: ‘’Em deyndarên fedaiyên gel in. Her ciwanê Kurd divê di vê pêvajoya giran û dîrokî de berê xwe bide Kurdistanê. Armanca me Kurdistan e. Em Kurd divê amadeyê têkoşîna bi her awayî bin û têkoşîna xwe di her warî de geş bikin.
Dawiyê li sînevîzyoneke li ser têkoşîna şehîdan hat temaşekirin. Dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin û bername qediya.