Li Baselê derbasbûna keştiyên petrolê hate astengkirin

Li Baselê çalakvanên avhewayê derbasbûna keştiyên petrolê asteng kirin.

Li bajarê Baselê li ser çemê Renê çalakvanên avhewayê bi qasî 8 saetan derbasbûna keştiyên petrolê asteng kirin.

Di çalakiyê de hinek keştiyên petrolê hatin sekinandin û çalakvana bal kişandin ser girêdanên di nav koç û koçberiyê de ya piştî krîza avhewayê.

Çalakvanan xwestin bila sotemeniya fosîl û mêtingerî wer sekinandin, ji dêvila têlên bi strî piştgiriya bi koçber û penaberan were zêdekirin, ji bo mirovan azadiya tevgerînê were pêkanîn.

Polîsan bi şîddet mudaxeleyî çalakiyê kirin lê çalakvanan di çarçoveya plansaziya xwe de çalakiyên xwe pêk anîn.

Wê di 15’ê Îlonê de jî li bajarên St Gallen, Baden, Lûzern, Neûchatel û Zurîhê jî çalakvanên avhewayê, çalakiyan bikin.