Li bajarê Miçûrînskê şehîd Zîlan hat bîranîn
Kurdên li bajarê Miçûrînsk ê herêma Tambov a Rûsyayê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) civîn lidar xistin.
Kurdên li bajarê Miçûrînsk ê herêma Tambov a Rûsyayê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) civîn lidar xistin.
Li bajarê Miçûrînsk ê girêdayî herêma Tambov a Rûsyayê, Kurd li Mala Kurdan hatin ba hev û piştî deqeyek rêzgirtinê li ser jiyan û çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) civîn lidar xistin.
Endama TJKN’ê Fatma Arîn di civînê de axivî û diyar kir ku Zeynep Kinaci (Zîlan) ji bo gelê Kurd sembola azadiyê ye. Arîn destnîşan kir ku bi hezaran Zîlanên ku li pey şopa wê dimeşin, destanên lehengiyê dinivîsinin û got: “Ruhê fedayî yê Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd ku di rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de didome, bi çalakiya Zîlanê car din ruhê lehengiyê yê jinên Kurd û rolê pêşengiyê ya di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de, daniye holê.”