Li Amsterdamê tecrîd hat protestokirin

Li Amsterdamê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hat protestokirin.

Tecrîd û gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Dam a paytexta Hollanda Amsterdamê bi beşdariya bi dehan Kurdistaniyan hat protestokirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di çalakiyê de Kurdistaniyan timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Polîsên xwestin çalakiyê sabote bikin, rastî bertekên girseyê hatin. Li ser vê yekê 2 kes hatin derbkirin û destgîrkirin.