Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîdê daketin qadan

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Elmanya, Avûstûrya û Fransayê hat protestokirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahiyê jê nayê girtin, hat protestokirin.

Kurd û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad), li Alexanderplatzê ku cihê herî qelebalix ê Berlînê ye, hatin ba hev. Di çalakiyê de bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bêdengiya xwe ya li hemberî nêzîkatiyên dewleta Tirk bi dawî bikin û wezîfeyên xwe pêk bînin.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyin Yilmaz diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî gelê Kurd li dijî gelên Rojhilata Navîn jî ye. Yilmaz got ku ew polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê şermezar dikin.

Meş heta Brandenbûrger Torê dewam kir û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Es lebe Ocalan” û “Freîheît Fur Ocalan” hatin berzkirin.

STÛTTGARG

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mîtîngê hate şermezarkirin. Mîtîng li kolana Laûtenschlagerê hat lidarxistin. Mîtîng bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” destpê kir. Li qada mîtîngê pankart û dovîzên mezin, flamayên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Bijî Rêber Apo” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya bi Elmanî hatî xwendin de, bêdengiya CPT’ê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku divê demildest Abdullah Ocalan were berdan.

Beriya ku çalakiya protestoyî bi dawî bibe, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bîranîn.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê jî Kurdistanî û dostên wan li Haûptplatzê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di mîtîngê de pankart û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Freiheit fur Ocalan Frieden in Kurdistan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de bal hat kişandina ser nameyên gefê ku nayê zanîn ji aliyê kî/ê ve ji Abdullah Ocalan re hatine şandin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Di mîtîngê de banga tevlîbûna meş û mîtînga ku wê bi wesîleya bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê were lidarxistin, hat kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên qirkirinê, wiha gotin: “Ji Abdullah Ocalan re azad, ji Kurdistanê re statu”.

Çalakvan li Qada Gare De L’Est hatin ba hev.

Kurdistanî bi berzkirina dirûşmeyan ber bi qada Repûblîqûeyê ve meşiyan û dovîz û flamayên “Ji bo Azadullah Ocalan azadî” hildan. Di çalakiyê de bê navber dirûşme hatin berzkirin.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê roja 22’ê Tîrmehê li Lozanê were lidarxistin, hat kirin.

Endamê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan bang li gel kir. Ceylan destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û got ku heta ku ew agahî ji Abdullah Ocalan digirin, wê li qadan bin.

Çalakiya ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûbûn, bi berzkirina dirûşmeya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” bi dawî bû.