Kurdistanî li Marsîlayayê tecrîd protesto kirin
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi çalakiya rûniştinê li ber Nûnertiya PE’ê tecrîdê protesto kirin û ji bo meşa 22’ê Tîrmehê ku wê li Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi çalakiya rûniştinê li ber Nûnertiya PE’ê tecrîdê protesto kirin û ji bo meşa 22’ê Tîrmehê ku wê li Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Kurdistanî li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, li ber Nûnertiya Parlementoya Ewropayê (PE) çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakî di saet 19:00’an de destpê kir û pankartên bi nivîsa, “Ji Abdullah Ocalan re azadî”, “Êrîşên faşîst ên li Kurdistanê rawestînin” û wêneyên Ocalan hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: “Zêdeyî 2 sal in ti agahî ji Rêber Apo û girtiyên din nayê girtin. Em gelê Kurd vê neheqiyê qebûl nakin. Ji bo bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike divê tavilê gav bên avêtin."
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Marsîlayê Enes Karliova li vir axivî. Karliova bang li gelê Kurd kir û got, “Heta em nekevin tevgerê wê tecrîda li ser Rêber Apo bidome. Divê em li dora Rêber Apo kom bibin û dakevin qadan.”
Karliova ji bo meşa girseyî ku 22’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got: “Divê bi hezaran kes di 22’ê Tîrmehê de li hev bicivin û bibin layiqê Kurdistan û Rêber Apo. Karliova diyar kir ku otubusên ji bo meşê 21’ê mehê di saet 23:00’an wê de bi rê bikevin.
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.