Kurdên li Rûsyayê: Ji bo Abdullah Ocalan divê li her derê çalakî bên kirin

Kurdên li Rûsyayê dijîn li dijî tecrîda li Îmraliyê kom bûn û diyar kirin ew ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bi fikar in û banga çalakiyan kirin.

Kurdên li Rûsyayê dijîn tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li ser navê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî ku nûnertiya Kurdên li Rûsyayê dike, Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskovayê Rafîkî Kamîl daxuyanî da. Kamil bal kişand ser vî tiştî ku armanca dijminên gelê Kurd ew e ku gelê Kurd hînî jiyana bêyî Rêbertî bikin. Kamil  diyar kir divê gelê Kurd li hemberî vî tiştî têbikoşin.

Kamil diyar kir ku Abdullah Ocalan jiyan, hêz û hemû keda xwe daye azadiya Kurdistanê û gelê Kurd û destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî hemû hewldanên dijmin jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Kamil, bal kişand ku agahî tên ku nameyên gefxwarinê ji Rêbertî re tên nivîsandin û diyar kir ku li her dera dinyayê gelê Kurd ji ber vê rewşê bi fikar in. Kamil diyar kir divê gelê Kurd li her dera ku lê ne, têkevin tevgerê û têkoşîna xwe geş bikin.

Kamil xwest hemû gelê Kurd û hêzên pêşverû li dijî tecrîdê têbikoşin û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe gelê Kurdistanê jî azad nabe."