Kurd û Belûc, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê berdewam e. Vê hefteyê, siyasetmedarên Belûc ên sirgûn jî bûn piştgir bi çalakiyê re. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hat kirin.

Çalakiya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve her roj Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, berdewam e. Vê hefteyê, siyasetmedarên Belucistanî yên li sirgûnê ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn. Daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hat dayîn. 

Daxuyanî, di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) de ku kadroyeke pêşeng a PKK’ê ye, bi bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd dest pê bû.

Bi pişt re Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî axivî. Çelebî, got ku 30 meh in ku ew tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah protesto dikin û tehemula Kurdan ji tecrîdê re nemaye. Çelebî anî ziman ku saziyên navneteweyî di mijara tecrîdê de bi erka xwe ranabin û rexne li helwest û nekirina dengê xwe ya Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) kir.

Çelebî, her wiha destnîşan kir ku heta dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê ew ê her li qadan bin û bi lêv kir ku azadiya Kurdan girêdayê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

AZADÎ JI BO HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ

Raportorê NY’yê yê Belûcistanê Munîr Mengal ku bi pişt re axivî, got ku qedera wan û Kurdan yek e. Mengal got ku welatê wan jî mîna Kurdistanê dagirkirî ye û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî kir. Mengal wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Kurd û Belûc li Kanadayê bi hevparî têdikoşin û got ku ji bo daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman li ber NY’yê hatine ba hev.

‘KURD Û BELÛC BIRA Û XWEHÊN HEV IN’

Seroka Parlamentoyê ya li sirgûnê Prof. Naela Qaudrî Baloch jî diyar kir ku têkoşîna wan û Kurdan dişibe hev, du gelên ku bira û xwehên hev in divê di qada navneteweyî de bi hevparî têbikoşin.

Piştî axavtinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.