KON-MED’ê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist

KON-MED’ê li Bergîsch Gladbachê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Di kongreyê de xebatên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya PKK’ê bûn armancên sereke û ji bo hevserokatiya nû Emîne Rûken Akça û Kerem Gok hatin hilbijartin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ku mezintirîn saziya Kurdistanî ya li Elmanyayê ye, 3’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongreya ku li bajarê Bergîsch Gladbachê hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî hat kirin ku 23’ê Kanûna 2022’an di êrîşa Parîsê de hatibû qetilkirin. Salona konferansê bi wêneyên Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Firat Danîel û Reyhan Amûde ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hate xemiladin.

400 delege ku 61 meclîs, 23 komîn, 73 saziyên werzîşê û 49 komeleyên girêdayî KON-MED’ê pêk tên, beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axaftina vekirinê kirin.

ARMANC AZADIYA ABDULLAH OCALAN E

Zumrut diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke giran de ye û got: “Li gel ku em di vê pêvajoyê de li ber xwe da jî, ev têre nekir. Eger têrker bûya îro Rêbertiya me azad bû. Armanc û îdiaya herî mezin a kongreya me azadiya Rêber Apo ye.”

‘EM Ê JI BO RAKIRINA QEDEXEYA PKK’Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Zumrut bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinan û wiha pê de çû: “Em ê têkoşîna Evîn Goyî bidomînin, tola wê rakin. Em nêzîkatiya Elmayayê ya li hemberî Kurdan dizanin; di çarçoveya qedexeya PKK’ê de zext li Kurdan hat kirin. Em ê ji bo rakirina qedexeyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Engîn Sever diyar kir ku kongreya wan di 100’emîn salvefera Lozanê de hatiye lidarxistin û wiha got: “Gelê Kurd 100 sal in li dijî komkujî û polîtîkayên înkarê li ber xwe didin. Kurdan li gel hemû zextan jî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Kurdan wê di sedsala nû de ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke mezintir bikin.”

Piştî axaftinan, hilbijartina dîwanê hate kirin. Yuksel Koç, Ayten Kaplan, Bedîa Baran û Asya Reşîd ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Piştre Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç mafê axaftinê girt. Koç ji şoreşên cîhanê mînakan da û wiha berdewam kir: “Şoreşên din ên cîhanê piştî şerê navxweyî û komkujiyan pêş ketine, lê Şoreşa ku PKK’ê ve hat pêşxistin, derfetên nû pêşkêşî cîhanê kir.”

Koç, qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê rexne kir û diyar kir ku sîyaseta cîhanê tê guhartin û divê gelê Kurd xwe jî vê siyasetê re amade bikin.

Piştî Koç, Nûnerê PJAK’ê Îbrahîm Alapûr mafê axaftinê girt û der barê pirsgirêk û têkoşîna gelê Kurda a li Îranê agahî dan û got: “Jin, jiyan, azadî, felsefeya Rêber Apo ye. Têkoşîna ku jinên Kurd ku bi vê felsefeyê re li Rojhilat dane, îro li aliyê hemû cîhanê ve hatiye qebûlkirin.”

Piştî axaftinan rapora karê 2 salan hate xwendin. Di vê beşê de delege û beşdaran mafê axaftinê girti û nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Her wiha ji aliyê KON-MED’ê ve ji bo sazî û kesên ku di qadên cuda de dixebitin, xelatên serketinê hatin dayîn.

HEVSEROKÊN NÛ YÊN KON-MED’Ê HATIN HILBIJARTIN

Piştî merasîma xelatdayînê, bi dengdayînê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok ji bo hevserokatiya KON-MED’ê hatin hilbijartin. Hevserokan axaftineke kurt a spasiyê kirin. Emîne Ruken Akça wiha axivî: “Hevalên me em layiqî berpirsyariyeke wiha dîtin. Em ji bo bibin layiqî vê berpirsyariyê bixebitin. Em ê pêşniyar û rexneyên ku di vê kongreyê de hatine kirin, berçav bigirin û xebatên xwe bidomînin.”

Kerem Gok jî anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha got: “Herêm û dewletên kapîtalîst di şexsê Tevgera Azadiyê de êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Em spasiya hevalên xwe dikin ku di pêvajoyeke wiha de em layiqî vê berpirsyariyê dîtine. Em ê bibin layiqî Rêber Apo û bîranîna şehîdan.”