KON-MED’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn eşkere kir
KON-MED’ê, encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn ku 25’ê Hezîranê li dar xist, eşkere kir.
KON-MED’ê, encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn ku 25’ê Hezîranê li dar xist, eşkere kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) ku saziya sîwan a Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê ye, 25’ê Hezîranê Kongreya xwe ya 3’yemîn a asayî bi tevlêbûna 400 delegeyan pêk anî. Di kongreya ku 61 meclîs, 23 komun, 78 klûbên werzişê, 49 komele û nûnerên ji zêdeyî 250 saziyan hatin cem hev de, hat destnîşankirin ku wê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan, têkoşîna û xebat bi awayekê baştir bên kirin.
Di kongreya KON-MED'ê de rêxistinkirina civakê her wiha ji nû ve avakirina pergala Konfederalizma Demokratîk weke karên esas hatin destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de di encama kongreyê de dîwanek ji 6 kesan û rêveberiyeke ji 45 kesan pêkhatî, hatin hilbijartin.
Kongre diyarî Şehîd Evîn Goyî hate kirin ku 23'yê Kanûna 2022'an li Parîsê hat qetilkirin. Di çarçoveya niqaşên li ser pêşniyaz û rexneyan de bi beşdariya bi sedan nûnerên pêkhate, meclîs û komûnên ku girêdayê Federasyonên weke FED-KURD, FED- MED, FED-DEM, FCDK-KAWA û FED-GEL’ê, encamek derket holê.
KON-MED’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn wiha eşkere kir:
“*KON-MED, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber APO, wekî ewlehî û azadiya gelê Kurd li her çar parçeyan û li derveyî welêt dibîne û xebatên di vê warî de dike rojeva xwe ya sereke.
*Di çarçoveya kampanyayê ku bi şiara ‘Dem dema azadîyê ye' de bi armanca nasandina paradîgma û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû eyaletên ku pêkhateyên KON-MED'ê lê hene, her meh li ser bingeha parêznameyên Rêbertiyê mijarek were nasandin, çalakî û bername bêne lidarxistin. Bo mînak; mijarên, Rêbertî û Jin, Rêbertî û Ekolojî, Rêbertî û Neteweya Demokratîk, Rêbertî û Baweriyan hwd. Di bin van sernavan de û bi rêbazên dewlemend û afirîner ve were plansazkirin.
*Ji bo teşhîrkirin û jiholêrakirina faşîzma AKP-MHP’ê û xiyaneta PDK’ê ya li Kurdistanê, xebatên siyasî û dîplomatîk werin kirin.
*KON-MED’ê piştgiriyê dide federasyonbûna demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Nasîn, danasîn û avakirina vê pergalê ya di qada navneteweyî de, wek qada xebatê ya sereke diyar dike.
*Bi piştgirîdayîna ji îradeya azadîxwaz û xwebirêvebirina gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re, li dijî her cure zext û êrîşên dewleta Îranê, bi taybetî li dijî bidarvekirinê xebat were kirin.
Ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya li ser bingeha xweseriya demokratîk a gelê me yê Êzidî yê Şengalê, piştgiriyê dide û lê dibe xwedî; ji bo parastin, bipêşvebirin û sazûmankirina wê bi awayekê çalak piştgiriyê dide.
Her wiha; bang li civaka navneteweyî dike ku “Statuya Xweseriya Demokratîk a Şengalê” nas bike. Li hemû parçeyên Kurdistanê; jiyana bi gel û baweriyên ku Kurd pê re dijîn, bi nasnameya xwe azad, wekhev û di nava aştiyê de weke rêgezeke bingehîn qebûl dike. Ji bo vê piştgiriyê dide hemû çalakiyên aştiyane yên demokratîk û ji bo vê dixebite û têdikoşe.
Ji bo bipêşvebirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi rêbazên demokratîk û aştiyane têdikoşe. Li dijî her cure tundî û cudakariya li ser jinan bi taybetî komkujiyên jinan bi awayekê çalak têdikoşe. Ji bo bipêşvebirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan, li dijî hemû paşverûtî û zilma ku ji kevneşopî û modernîzmê derdikeve, çalakiyên piralî yên perwerdehî û çalakiyê dike. Li gorî pêwistiyên civaka Kurd li Elmanyayê, partiyên siyasî, meclis, sendîka û hwd li ser asta federal, eyalet û hwd. teşwîqkirin û piştgirîdayîna beşdarbûna Kurdan a di van sazî û rêxistinan de. Daxwaz dike ku qedexeya li ser Tevgera Azadiya Kurd ku li Rojhilata Navîn parêzkara hemû nasname û baweriyan e, bê rakirin. Bangawaziyê dike ku dawî li siyaseta teror û krîmînalîzekirina sazûman û siyasetmedarên Kurd were. Ji bo vê; xebatên hiqûqî, siyasî û dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina qedexeyên li ser sembol û alayên Tevgera Azadiyê, rêxistinên din ên Kurd û girtina siyasetmedaran bi berfirehî dike.
Ji bo azadiya girtiyên li Elmanyayê, çalakiyan li dar dixe û dide pey pêvajoya hiqûqî. Di bin sîwana Federasyon, Konfederasyon û NCDK’ê de komîsyonên çapemenîyê û medyaya dîjîtal werin avakirin. Ji bilî vê ji bo xebata civaka medyayê û malperê lijneyeke navêndî were avakirin. Ji bo ku xebata kooperatîfê bi awayekê bi rêk û pêk û bi tenduristî bi rê ve biçe, di herêmên ku binesazîya wan xurt de komîsyonên kooperatîfê werin avakirin. Ji bo ku ciwan xwe di her warî de birêxistin û çalak bikin hemû derfet werin seferberkirin. Klûbên werzişê û şexsîyetên ku werzîşê dikin werin birêxistinkirin û ji bo ku di qadên xwe de serkeftî bin hemî derfet werin dayîn. Ji bo ku klûbên werzişê û şexsiyêtên ku werzîşê dikin werin birêxistinkirin hewce ye di nav hemû NCDK’ê de komîsyonên werzişê werin avakirin. Di vî warî de konferanseke werzişê were lidarxistin. Hefte yan jî Rojên Çanda Kurdî ku biryar e li her Federasyonê herî kêm li navendekê çalaki were lidarxistin. Ji bo ku ew xebat bi tendurist û li gorî armanca xwe were pêkanîn, Federasyon, Saziya Ziman û TEV-ÇAND bi hev re, bi awayekê bi rêk û pêk vê xebatê pêk bîne. Ji bo bipêşxistina mûzîk, folklor, wêje, şano û sînemaya Kurd şert û mercan diafirîne û digihîne hemû civakê, bi taybetî jî ji bo zarokan xwedî li yên heyî derdikeve. Ji bo danasîna çand, huner, ziman, wêje, dîrok û erdnîgariya Kurd çalakiyên piralî yên hundir û derve li dar dixe.
Hemû NCDK’ê pergala endam û mehanetiyê wekî xebata xwe ya bingehîn bigire dest, li ser vê bingehê hejmara endamên pêkhateyên KON-MED’ê herî kêm 10 hezar were armanckirin. Li ser vê bingehê divê kampanyaya endamtiyê ji nû ve were destpêkirin û bicihanîn. Federasyonan bi nasnameyên xwe yên fermî ve bibin endamê navenda KON-MED’ê û mehanetiyên xwe bi pergalî bidin. Piştî kongreyê bi awayekê bi lez û bez hemû federasyon, NCDK û sazîyan hewceye statûyên xwe nû bikin.”