KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi boneya Cejna Qurbanê hevgirtina hevpar xurttir bikin.
KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi boneya Cejna Qurbanê hevgirtina hevpar xurttir bikin.
Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistanîyen li Almanya (KON-MED) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi boneya Cejna Qurbanê hevgirtina hevpar xurttir bikin.
Daxuyaniya KON-MED’ê wiha ye:
“Em di serî de cejna Qurbanê li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû destkeftîyên gelê me û li ser Kurdistanê, divê em ji her demê bêhtir yekîtiya xwe ya netewî bi hêztir bikin. Polîtîkayên qirker ên dewleta faşist a Tirk li ser erdnîgariya Kurdistanê di vê Cejna Qurbanê de jî dewam dikin.
Zîhniyeta barbar a DAÎŞ'ê AKP'ê nahêle ku gelê me bi aramî cejnên xwe pîroz bike, bi êrîşên xwe jî cejnên me asteng dike. Di êrîşên xwe yên li dijî cihên sivîlan de bêyî ku ferqa zarok, jin û kal û pîran bike, gelê Kurd dike hedef. Êrişên dagirkeriyê yên Erdogan û hikûmeta wî li ser hemû Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistanê û Rojava berdewam dikin. Dîktator Erdogan û rejîma AKP'ê ku ol, exlaq û hiqûqê nas nake, wê li pêşberî berxwedana gelê me herwiha wê li hember xeta demokratîk têk biçe
Ji ber vê yekê divê gelê me ji her demê bêhtir hev hembêz bike, bi boneya Cejna Qurbanê serdana hevdu bike, hevgirtina xwe ya madî û manewî bi hev re zêde bike, gelê me yê ku li welêt hewcedar e bi taybetî di serîde wargeha Mexmûr herwiha li Şahbayê xwedî derkeve. Gelê me yê li Elmanya yê dijî bi boneya Cejna Qurbanê bi ruhê yekîtiya neteweyî hevgirtina hevpar xurttir bikin. Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê, divê em yekîtiya xwe ya netewî hîn bi hêztir mezin bikin.
Ser navê hemû sazî û dezgeyên Kurd ên li Elmanya yê, em li ser navê KON-MED’ê cejna Qurbanê di serîde li Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan, li alema îslamê û li hemû mirovahiyê bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin, bi hêviya ku ev cejn di navbera gelan de bibe sedema jiyaneke aştîyane, azadî, wekhevî û dadwarîyê.”