KON-MED’ê bertek nîşanê serdegirtinên li Heîlbronê da

KON-MED’ê, bertek nîşan da ku çima li Heîlbronê bi ser Kurdan de tê girtin û got: “Êrîşên polîsên Elman ên bi armanca bêzarkirinê, wê bi kêr neyên.”

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê hevserokên KON-MED’ê ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Polîsan deriyên avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîka Heîlbronê de girtiye û lêgerîn malên hevserokên berê de kiriye. Şûna pêçiyên wan girtiye, wêneyên wan kişandine û serbest berdane.Ji bo girtina bi ser saziyê û malên hevserokan de rewa nîşan bide, dest daye ser gelek alav û amûrên taybet, telefon û kompîturan.”

‘ÊRÎŞÊN BI ARMANCA BÊZARKIRINÊ WÊ BI KÊR NEYÊN’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hewildaneke din a polîsên Heîbronê ya bi armanca bêzarkirina çalakger û saziyan Kurdan, bi avê de çûye. Em, helwesta dewleta Elman a krîmînalîzekirina saziyên girseyî yên demokratîk û komeleyan bi tundî rexne û şermezar dikin.

Pêkanînên polîtîk ên wiha, heta niha bi kêr nehatine, wê ji niha û bi şûn de jî bi kêr neyên. Wek hemû gelên din, mafê Kurdan e jî ku di nav civaka Elman de bi wekhevî û ewlehiya hiqûqî bijîn. Bi helwest û polîtîkayên wiha zirar digihîje jiyana civakî ya bi hev re.

Me, bang li dewleta Elman ew e ku dev ji van polîtkayên ku bi kêrê tu kesî nayên berbide; bi vê boneyê bila bê zanîn ku em ê li gera mafê xwe ya bi her awayî dewam bikin.”