KNK’ê peymana NATO û Tirkiyeyê şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, xwarkirina serê xwe ji Erdogan re ya NATO û Swêdê û hevkariya wan a sûcên dewletê Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, xwarkirina serê xwe ji Erdogan re ya NATO û Swêdê û hevkariya wan a sûcên dewletê Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kirin.
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bertek nîşan da ku çima welatên NATO’yê û Tirkiyeyê li hev kiriye.
Di daxuyaniya KNK’ê de hat diyarkirin ku qebûlkirina daxwazên Recep Tayyîp Erdogan ê faşîst di lûtkeya NATO’yê de, tê wateya zilma li Kurdan û qetil û koçberkirina Kurdan li seranserê Kurdistanê û wiha hat gotin: “Beriya lûtkeyê, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, Serokwezîrê Swêdê Ûlf Krîstersson û Erdogan peymaneke bi heft xalan îmze kir. Bi vê peymanê qanûn û kevneşopiyên demokratîk û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî tune hatin hesibandin. NATO û Swêdê serê xwe li ber dewleta Tirk xwar kir. Tirkiyeyê careke din endamtiya xwe ya NATO’yê ji bo şantajê li neteweyên demokratîk bike û polîtîkayên dîktatoriyê yên bi armanca qirkirina Kurdan û êrîşên leşkerî û kampanyayên qirkirinê erê bibin, bi kar anî.“
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelek welatên NATO’yê ji ber li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye spasiya Kurdan û YPG/YPJ’ê kiriye û ev tişt hatin diyarkirin: “Hemû welatên ku endamên NATO’yê ne, dizanin ku Tirkiyeya ku endameke NATO’yê ye, DAÎŞ ava kiriye û pê re dibe piştgir. Erdogan ku YPG û YPJ’ê ji xwe re dike armanc, bi wekîlî li şerê DAÎŞ’ê yê li dijî Kurdan dewam dike. NATO û tifafeqe girêdayê demokrasî û aramî û ewlehiya navneteweyî, divê giringiyê bi vê dîroka nêz û dînamîkên herêmî yên giring bide.“
Di daxuyaniya KNK’ê de hat destnîşankirin ku NATO êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan ku 40 sal in berdewam in, bi vê peymanê rewa kirine û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê erê kirine û hat bibîrxistin ku artêşa Tirk bi balafirên biçek ên bêmirov û kîmyewî êrîşan dibe ser hêzên gerîla.
Bi daxuyaniyê hat şermezarkirin ku çima NATO û Swêdê stûyê xwe li ber daxwazên Erdogan xwar kiriye û bûne şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan.