Kongreya Avakirina Dersimê ku qetilkiriyên Qetlîama Sêwazê bi bîr anîn, îşaret bi giringiya avakirina xeteke têkoşînê li dijî êrîşan kir.
Daxuyaniya Kongreya Avakirina Dersimê ev e:
“Di vê salvegera 2’yê Tîrmehê de, em canên xwe yên me di Qetlîama Sêwaz/Madimakê de ji dest dane, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em ji bîr nakin û nahêlin ji bîr bibe.
Em aqlê dewletê yê qirker, aktorên siyasî ku ev aqil pêk aniye û komên qirker bi tundî şermezar dikin.
Paradîgmaya sed sal berê hatiye çêkirin, bi gotina ‘Vîzyona Sala 2023’yan’ û ‘Sedsala Tirkiyeyê’ di bin fermanrewatiya Recep Tayyîp Erdogan de bi desthilata faşîzan a AKP/MHP-HUDA-PAR’ê dixwazin bigihînin encamê.
KIRYAR AQLÊ AVAKER Ê DEWLETÊ YE
Kiryar, aqlê avaker ê dewletê û aktorên siyasî ne ku pêk anîne. Qetlîama Sêwaz/Madimakê, xelekeke giring a pêvajoya qirkirinê ya li Kurdistanê ye ku bi Koçgîriyê dest pê bûye û bi Terteleya Dersimê ya sala 1938’an gihîştiye lûtkeyê.
QIRKIRIN BERDEWAM E!
Qirkirin berdewam e. Her qetlîameke ku pê nasname û çandên cuda tên armanckirin, perçeyekê planê qirkirina fîzîkî û çandî ye.
Li dijî êrîşên piralî, avakirina xeteke têkoşînê ya berfireh, pêşaniyeke bingehîn e ku nabe mirov taloq bike.”